Trump ji bo "Artêsa Ewrûpayê" rexne li Macron girt

14 mijdar 2018 00:11
Trump ji bo "Artêsa Ewrûpayê" rexne li Macron girt

PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump, cewaba Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron li ser avakirina "Artêşa Ewrûpayê" da.

Trump li ser hesabê xwe yê Twitterê wiha nivîsand:
"Di şerên cenga cîhanê ya yekem û duyem de Almanyayê êrişî Ewrûpayê kir. Fransayê wê demê çi kiribû? Beriya ku Amerîka wek xilasker bigihê ser Fransiyan dest bi hînkirina Almanî kiribû. Ya hûnê pera bidin NATOyê yan jî nadin."

Trump wiha dewam kir: "Emmanuel Macron, ji bo ku Ewrûpa bikaribe xwe ji Amerîka, Çîn û Rûsyayê biparêze fikrê avakirina artêşê diavêje holê. Fransî milletekî bixîret e."