Trump: “Hindik maye ku em dermanê coronavîrusê bibînin”

26 sibat 2020 03:18
Trump: “Hindik maye ku em dermanê coronavîrusê bibînin”

PeyamaKurd- Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku Amerîkayiyên li Japonyayê di keştiyê de, di bin karantînayê de bûn wan anîne Amerîkayê û wan di bin karantînayê de digrin. Trump got ku welatê Amerîkayê di têkoşîna li dijî coronavîrusê de xebatekî baş kiriye û gelek nêzî encamê ne ku dermanê wê bibînin.

Trump behsa keştiya bi navê Diamond Princessê kir li Tokyo bi 3700 kesên tê de di karantînayê de ye û ji wan 328 kes hemwelatiyên Amerîayê bûn û wan b balafiran anîne welatê wan Amerîkayê. Trump got gelek biryarekî rast bû ku wan anîne Amerîkayê û weha dewam kir:

“Ti pirsgirêk tine ye û hemû di bin karantînayê de ne. Hun dizanin bo bidestxistina dermanê coronavîrusê min fon a bi miqdarê 2.5 mîlyar dolarî tesdîq kir. Di vê mijarê de em bi Çînê re di nav têkiliyên nêz de ne û serokê Çînê Şi Cinping ji min re got ku bo çareseriya vê mijarê gelek dixebitin.”

Trump got ku bo dîtina dermanê vîrûsa coronayê (Covid-19) gelek nêze ku encamê bistînin lê behsa hûrahiya mijarê nekir.