Trump ferman da: Amerîkayê Venezuela bombebaran kir
Li paytexta Venezuelayê, Karakasê, bi kêmî ve 7 teqînên mezin pêk hatin û dengê balafirên şer li ser bajêr hatin bihîstin.
EuronuNews- Kanala CBS News ragihand ku Serokê Amerîkayê Donald Trump fermana êrîşê daye û di vê çarçoveyê de bingehên hewayî û xalên stratejîk hatine hedefgirtin. Piştî teqînan li gelek herêman elektrîk û xizmetên telekomunîkasyonê qut bûn. Serokê Kolombiyayê Gustavo Petro jî piştrast kir ku Karakas di bin êrîşa fuzeyan de ye û banga civîna lezgîn li Neteweyên Yekbûyî kir.
Hikûmeta Venezuelayê ev êrîş wekî "êrîşkariya leşkerî" bi tundî şermezar kir û Amerîka tawanbar kir ku dixwaze dest deyne ser çavkaniyên petrol û madenên welat. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev kiryar aştî û aramiya Amerîkaya Latîn dixe rîskê û jiyana bi mîlyonan mirovan dixe xetereyê. Li ser vê rewşa krîtîk, Serokê Venezuelayê Nicolas Maduro li seranserê welat "rewşa awarte" ragihand.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin