Trump: Em naxwazin 19 salên din serê DAISê bikin

22 tebax 2019 21:24
Trump: Em naxwazin 19 salên din serê DAISê bikin

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Donald Trump li Washingtonê ji rojnamevanan re ragihand, wan DAIŞ ji sedê sed tune kiriye û ev serkeftin jî di maweyeke rekor bi dest xistiye.

Trump li ser pirsa ji nû ve zindîbûna DAIŞê li herêmê got: "Me DAIŞ ji sedî sed tune kir. Ev em ev serkeftin di maweyeke rekor bi dest xist. Lê divê ji niha û pê de welatên DAIŞ li wan heye yên wekî; Rûsya, Afganistan, Iraq û Tirkiye bixwe têkoşîna xwe bidomînin. Çimkî em naxwazin 19 salên din lê xerc bikin.”

Trump herwiha destnîşan kir û got, “Di destê me de bi hezaran DAIŞî hene û Ewropa neçare wan werbigire. Heger wan negirin, ji xeynî şandina wan a welatên jê hatine ti bijardeyeke me ya din nîne. Ev welat jî Almanya, Fransa û yên din in.”

Trump da zanîn ku ew nikarin wan kesan 50 salan di Guantanamoyê de bigirin û mesrefên wan bidin ser xwe.