Trump: Em ê derbeyeke giran li Îranê bixin

02 nîsan 2026 09:14

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump di axaftina xwe ya ji Qesra Spî ragihand ku operasyonên leşkerî yên li dijî Îranê bi piranî gihîştine armancên xwe û pêvajo nêzîkî dawîbûnê ye. Trump diyar kir ku di nav du-sê hefteyên pêş de dê "derbeyeke pir giran" li Îranê were xistin.

Trump: Em ê derbeyeke giran li Îranê bixin

RûpelNews - Serokê DYA Donald Trump di "Axaftina xwe ya ji Neteweyê re" de li Qesra Spî, rewşa derbarê şerê Îranê de nirxand. Trump destnîşan kir ku beşeke girîng a armancên leşkerî yên DYA li Îranê hatine pêkanîn, û diyar kir ku operasyon dê di demek nêz de bi dawî bibin. Serokê DYA anî ziman ku pêvajoya leşkerî ya heyî ji bernameya plankirî pêşdetir çûye û nêzîkî dawîbûna xwe ye.

Trump, ku gotibû DYA bi taybetî spasiya Îsraîl, Erebistana Siûdî, Qeter, Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî, Kuweyt û Behreynê kir û got, dê piştgiriya parastinê bide van welatan. Trum, diyar kir: "Em ê vê yekê pir zû bi dawî bikin. Em pir nêzîkî dawiyê ne." 

Di axaftina xwe de zimanekî tund bi kar anî

Trump îdia kir ku êrîşên nêzîk dê bandoreke giran li ser Îranê bikin. Serokê DYA'yê bi nîşandana ku dê zexta leşkerî were zêdekirin, gotara xwe ya li hember Îranê tundtir kir: "Eger di vê heyamê de ti peyman neyê kirin, em ê li her santraleke elektrîkê bixin." Lêbelê, Trump diyar kir ku dibe ku binkeyên petrolê rasterast neyên armancgirtin, û diyar kir ku mebesta vê yekê ew e ku derfetekê bide gelê Îranê.

Tengava Hurmûzê û peyama NATOyê

Serokê DYAyê bang li welatên NATOyê kir ku parastina petrola ku di Tengava Hurmûzê re derbas dibe misoger bikin. Trump, ku diparast ku pêdiviya DYAyê bi petrola herêmê nîne, diyar kir ku divê welatên ku vê rêyê bi kar tînin berpirsiyariya ewlehiyê bigirin ser xwe.

Giringîdanîna li ser piştgiriya herêmî

Trump spasiya hevpeymanên DYA'yê yên li Rojhilata Navîn kir û diyar kir ku dê hevkariya bi hevkarên li herêmê re—bi taybetî Îsraîl û dewletên Kendavê—berdewam bike. Wî destnîşan kir ku DYA hebûna xwe li herêmê ji bo piştgiriya hevpeymanên xwe diparêze.