Trump: Eger Îran li hev neke em dê lêxin
Serokê Amerîkayê Trump banga peymanê li Îranê kir û ragihand ku eger Tahran peymanekê neke operasyoneke mezin a leşkerî dê bide destpêkirin. Trump got: "Ez dikarim di kêmtirî saetekê de piraniya pirên wan tune bikim."
RûpelNews - Serokê Amerîkayê Donald Trump ji Fox Newsê re axivî û qala şerê ligel Îranê kir.
Trump gefên xwe yên çalakiya leşkerî dubare kir û diyar kir ku eger bi Îranê re lihevkirinek çênebe, dibe ku bi taybetî Çiyayê Kazma û pirên mezin ên Tahranê werin wêrankirin. Serokê Amerîkayê got: "Ez dikarim di kêmtirî saetekê de piraniya pirên wan hilweşînim. Ez dikarim di nava rojekê de santralên wan tarûmar bikim."
"Îran dê tu carî nikaribe bibe xwediyê çekên nukleerî"
Trump qala danûstandina ligel Îranê û mijara nukleerê jî kir û wiha axivî:
"Niha têkiliya me ya pir xurt bi Îranê re heye. Gihîştina lihevkirinekê bi Îranê re ji wê çêtir e ku em welatê mayî hilweşînin. Rejîma Tehranê bifiîlen qebûl kir ku xwedî çekên nukleerî nebe. Pêwîst e Îran vê yekê bi awayekî fermî ragihîne. Îran dizane ku ew ê tu carî nikaribe bibe xwediyê çekên nukleerî."
"Tengava Hurmuzê di bin kontrola Amerîkayê de ye"
Trump îdia kir ku Tengava Hurmuzê ne di bin kontrola Îranê de ye, di bin kontrola hêzên Amerîkayê de ye û amaje kir ku tenê keştiyên ku ji aliyê Washingtonê ve destûr ji wan re hatiye dayîn dikarin di vê rêya avê ya stratejîk re derbas bibin.
