Trump, dorpêçên ser Tirkiyê veto kir
24 berfanbar 2020 05:56
PeyamaKurd – Biryara dorpêçê ya ji aliyê Senatoya Amerîka û meclisa nûneran de bo ser Tirkiyê hatibû dayîn, piştî çû ber destê serokê Amerîkayê Donald Trump, ji aliyê wî de hat vetokirin.
Trump bi biryara dorpêçên ser Tirkiyê re budçeya wezareta bergiriyê ya bi miqdarê 740 mîlyar dolarî jî veto kir. Li ser vetoyê Trump nivîsekî weha şand bo senato û meclisa Amerîkayê:
“Mixabin di nava vê biryarê de mijarên ewlehiya netewî yên krîtîk tine ne. Biryar li dijî wan xwestinên min yên ewlehiya netewî û siyaseta derveye. Ev biryar bo Rûsya û Çînê xelate.”
Eger biryar car din li Senatoya Amerîkayê û Meclisa Nûneran weka berê ji dengan 2/3 bistîne, dê vetoya Trump li hewa bimîne û beredayî here.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Trump hemû dorpêçên ser Tirkiyê rakir û spasî li General Mezlûm kir
23 cot 2019
Kurdistan
Washingtonê gefa sikandina dorpêçên ser Rûsyayê li Tirkiyê xwar!
23 tbx 2022
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin