Trump: Difikirim ku Amerîkayê ji NATOyê vekêşim

01 nîsan 2026 12:39

Serokê Amerîkayê Donald Trump got, "NATO bûye pilingeke ji kaxizê, ez bi cidî vekişîna Amerîkayê ji NATOyê difikirim.”

Trump: Difikirim ku Amerîkayê ji NATOyê vekêşim

RûpelNews - Donald Trump ji Daily Telegraph re axivî. Di daxuyaniyên xwe de, Trump rexne li helwesta NATOyê kir û eşkere kir ku ew difikirin welatê xwe ji NATO’ya vekêşînin. Trump got, "Min her tim dizanî ku NATO'yeke pûç e. Putin jî vê dizanî."

Berê jî Trump reine li welatên Ewropayê dikir ku di şerê li dijî Îranê de ji ber ku piştgirî nehatiye dayın bo Amerîkayê.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio jî di hevpeyvînekê de bi Fox News re, NATO wekî "kolaneke yekalî" bi nav kir û got: "Em naxwazin ew êrîşên hewayî pêk bînin. Dema ku pêdiviya me bi bikaranîna baregehên wan ên leşkerî hebe, bersiva wan 'Na' ye. Nexwe, em çima di nav NATOyê de ne? Em ê neçar bimînin ku piştî vê pevçûnê têkiliyên xwe ji nû ve binirxînin."