Trump: Dibe ku Rûsyayê jî dawet bikim

25 tebax 2019 17:39
Trump: Dibe ku Rûsyayê jî dawet bikim

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Donald Trump ku ji bo Lutkeya G7an li Fransayê ye ragihand ku dibe sala bê Rûsyayê jî vexwîne civîna G7an. Kremlînê jî ragihand ku heger bên vexwendin ewê vê binirxînin.

Donald Trump, li Fransayê di taştêya ligel Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson de dubare got ku mimkun e ew Rûsyayê ji bo lutkeya G7an (Heft welatên xwedî aboriya pêşketî) ku li sala bê li Amerîkayê birêve diçe, vexwîne.

Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov jî demildest bersiva daxuyaniya Trump da û got, “Heger daweteke wiha were, dê Kremlîn binirxîne.”

Trump 20ê Tebaxê li Qesra Spî gotibû, ew îtirazê li vegera Rûsyayê bo G7an nake û car din bi awayê G8an dikare ew lutke bê lidarxistin.