Trump derbarê mueyîdeyên nû de Çîn hisyar kir
PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand, ku ew amade ye li ser 500 milyar dolar qewareya kelûpelên Çînî tarîfeyan bisepîne.
Li gorî nûçeya kanala CNNê, Serokê Amerîkayê Donald Trump li hevpeyvîna xwe ya bi vê kanalê ra destnîşan dike ku amade ye li ser 500 milyar dolar qewareya ji kelûpelên Çînî re tarîfeyan bisepîne.
Trump heta niha du caran li dijî kelûpelên Çînî tarîfên ji sedî 10 û ji sedî 25 sepandine ku tûşî kiryara beranber a Çînê li dijî kelûpelên Amerîkî bûye û şerê ticarî di navbera du welatan de gur kiriye.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin