Trump çima 'Operasyona Azadiyê' li Tengava Hurmızê rawestand?
Hat ragihandin ku rêveberiya Donald Trump operasyona bi navê 'Operasyona Azadiyê' ku ji bo parastina keştiyên bazirganî yên welatên bêalî yên li Tendava Hurmızê asê mabûn hatibû destpêkirin, bi awayekî demkî rawestandiye.
RûpelNews - Li gorî nûçeyeke NBC Newsê, ku behsa du karbidestên Amerîkî yên nenas dike, tê îdiakirin ku sedema rawestandina operasyonê redkirina hikûmeta Erebistana Siûdî bû ku destûrê nede artêşa Amerîkayê ku baregeh û asîmana welêt bi kar bîne.
Hat ragihandin ku di hevdîtina di navbera Trump û Mihemed bîn Selman de ti encam derneket.
Di nûçeyê de hat îdiakirin ku Erebistana Siûdî ji Washingtonê re agahî daye ku ew ê firînên Amerîkayê ji Bingeha Hewayî ya Mîr Sultan an jî bikaranîna hewafezaya xwe nepejirîne.
Rayedaran her wiha îdia kir ku hevdîtina di navbera Trump û Mihemed bîn Selman de tu encam bi xwe re neanî. Piştre hat ragihandin ku operasyon bi awayekî demkî hatiye sekinandin.
Lêbelê, berpirsekî ji Qesra Spî got ku welatên hevalbend ên li herêmê ji operasyonê ji berê ve hatibûn agahdarkirin.
"Operasyona Azadiyê" çi ye?
Di daxuyaniyekê de di 4ê Gulanê de, Trump ragihand ku wan "Operasyona Azadiyê" daye destpêkirin ji bo alîkariya derbasbûna keştiyên welatên ku rasterast bi krîza Rojhilata Navîn ve ne girêdayî ne û li Tengava Hurmizê asê mabûn.
Marco Rubio jî di konferanseke çapemeniyê ya Qesra Spî de diyar kir ku operasyon ji bo derxistina nêzîkî 23 hezar sivîlên li herêma Tengavê piştî ku Îranê Tendala Hurmuzê girtibû, hatibû destpêkirin.
Di daxuyaniyekê de di 6ê Gulanê de, Trump ragihand ku operasyon bi awayekî demkî hatiye sekinandin.
