Trump bo TikTokê heta 15ê Îlonê wext da

04 tebax 2020 09:29
Trump bo TikTokê heta 15ê Îlonê wext da

PeyamaKurd - Serokê Amerîka Donald Trump roja Înê dîyar kiribû dê Tiktokê li Amerîka qedexeke bike. Piştî nîqaşên li ser qedexekirina TikTokê, Trump biryar da ku heta 15 mehê TikTok ji aliyê kompaniyek Amerîkî bê dewrkirin, ger neyê dewrkirin dê TikToka navenda wê Çîn e, bê qedexekirin.

Serokê Amerîka Trump do li Koşka Spî ji rojnamevanan re ragihand û got, Kompaniyek Amerîkî divê şaxa TikTokê ya li Amerîka bikire, ji ber metirsiya ewlehiyê em naxwazin di deste dewleta Çînê de be. Divê TikTok an ji aliyê Hikûmeta Amerîka yan jî ji aliyê Microsoftê bê kirîn. Ger wiha bibe Tiktokê qedexe nakin.

Herwiha Serok Trump hişyarî da, ger ji aliyê kompaniyek Amerîkî heta 15'ê Îlonê  neyê kirîn, wê TikTokê qedexe bikin.