Trump bo NATO yê fermandarê nû tayin kir

15 adar 2019 21:43
Trump bo NATO yê fermandarê nû tayin kir

PeyamaKurd- Serokê Amerîkayê Donald Trump bo Hêzên Awrûpayê (EUCOM) û Fermandariya Bilind ya Hêzên Hevpar ya NATO (SECEUR) Orgeneral Tod D. Wolters tayîn dike.

Wekîlê wezîrê bergiriyê yê Amerîkayê Partick Shanahan, bi awayeka nivîskî ragihand ku pileya Wolters hatiye bilindkirin û wê Trump wî bo fermandariya EUCOM ê tayin bike. Wekîl weha got:

“NATO jî xwest ku orgeneral Walters bibe Fermandarê Bilind ya Hêzên Hevpar yê NATO yê.”

Orgeneral Wolters piştî senato tesdîq bike, wê bikeve şûna fermandarê EUCOM ê Orgeneral Curtis M. Scaparrotti.