Trump: "Bo hevdîtina Kîm Jong-un gelekî bêsebr im"
19 nîsan 2018 00:12
PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump der barê hevdîtina wî ya bi Kîm Jong-unê Serokê Koreya Bakur de got ku ew bona dîtina wî gelekî "bêsebr e."
Trump di daxuyaniyekê de ragihand, ku ew ê bi Kîm Jong-un re serê meha hezîranê hevdîtinekê pêk bîne lê der barê ciyê hevdîtina wan de hê biryar nedane. Trump diyar kir ku ji bo ciyê hevdîtinê 5 îhtimal hene û wiha axivî: "Ez bona dîtina Kîm Jong-un gelekî bêsebr im."
Trump ji bo nûçeyên ku dibêjin rakêşiya di navbera Koreya Bakur û Koreya Başûr de wê biqedin jî wiha got: "Ez piştgiriyê didim vê, daxwaza min jî ew e."
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Trump: Ji hevdîtina Kim Jong re vekirî me
27 cot 2025
Jiyan
‘Kim Jong bi sedema hevdîtina Trump, 5 dîplomatên xwe îdam kir’
31 gln 2019
Cîhan
Li Parîsê hevdîtina Nêçîrvan Barzanî, Trump û Macron
08 brf 2024
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin