Trump bo êrîsa Balyozxaneyê: Berpirs Îran e, wê bersiva me tund be
PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Donald Trump, derbarê êrîşa îro ya bi ser Balyozxaneya Amerîka ya Bexdayê de ragihand ku dê Îran berpirsê wê êrîşê be.
Trump li ser Twitterê bal kişand ser êrîşa baregeha K1 ya Kerkûkê ku leşkerekî Amerîkî tê de can dabû û got, "Îranê leşkerekî me yê peymanî kuşt û gelek jî birîndar kirin. Bersiva me jî tund bû û dê her tim wiha be. Niha Îran li dijî Balyozxaneya Amerîka ya Iraqê plangeriya êrîşê dike. Ew dê bi temamî berpirsê vê bin. Herwiha ji Iraqê jî hêviya me ew e bi bikaranîna hêzê Balyozxaneya me biparêzin.”
Iran killed an American contractor, wounding many. We strongly responded, and always will. Now Iran is orchestrating an attack on the U.S. Embassy in Iraq. They will be held fully responsible. In addition, we expect Iraq to use its forces to protect the Embassy, and so notified!
— Donald J. Trump (@realDonaldTrump) December 31, 2019
Piştî êrîşa ser baregeha K1ê balafirên Amerîkayê li 5 deveran bingehên Heşda Şeibî û Ketîbeyên Hizbûllahê kiribûn armanca û bi dehan kes ji çekdarên wan hatibûn kuştin ku li Iraqê jî ji bo wan 3 roj şîna giştî hatibû ragihand.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin