Trump biryarnameya Golanê îmze kir

25 adar 2019 21:43
Trump biryarnameya Golanê îmze kir

PeyamaKurd- Hefteyên berê serokê Amerîkayê Trump ragihandibû ku Girên Golanê yên Îsraîlê ne û wê biryarnameyekî di vê mijarê de derxe. Îro ew roj hat û Trump biryarnameyê îmze kir ku Girên Golanê di bin desthilatiya Îsraîlê de ne û bi awayeka fermî biryarnameyê îmze kir.

Di merasima îmzayê de serokê Amerîkayê Trump û serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netenyahû bi hevre bo çapemeniyê peyaman dan. Trump got ku “mafê Îsraîlê heye xwe biparêze.”

Netenyahû jî got: “em ê dewam bikin xwe li hemberê êrîşên Hemasê biparêzin.”