Trump bersiv da gefên tolhildanê: 52 hedef amade ne, wê gelekî bilez...

05 rêbendan 2020 14:00
Trump bersiv da gefên tolhildanê: 52 hedef amade ne, wê gelekî bilez...

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Donald Trump ku bi xwe fermana kuştina Qasim Silêmanî daye li ser gefên tolhildanê yên Îranê daxuyanî da û got, heger êrîş bikin wan 52 hedefên Îranê diyar kirine û dê gelekî bilez li wan bixin.

Trump li ser twitterê got, “Dinya li ser paqijkirin û kuştina terorîstekî ku gelek Amerîkî kuştine û birîndar kirine û êrîşkirina ser armancên Amerîkî gelekî bi wêrekî diaxive. (Silêmanî) Ji xwe êrîşî balyozxaneya me dikir û amadekariya êrîşkirina deverên din dikir. Îran bi salan e ji pirsgirêkan pê ve bi kêra tiştekî din nehatiye.”

Trump hişyarî da Îranê û wiha dewam kir: “Bila ev hişyariyek be: Heger Îran êrîşî Amerîkiyan û binkeyên Amerîkî bike, (wekî temsîlkirina bi salan berê, rehînkirina 52 Amerîkiyan ji aliyê Îranê ve) me 52 qadên Îranê xistine hedefê. Hinek ji wan payebilind in û ji bo Îranê û çanda wê gelekî girîng in. Wê ev hedef û Îran gelekî bilez werin lêdan. Amerîka zêdetir tehdîdan naxwaze.”

Serokê Amerîka di berdewamê de jî bal kişand ser çekên herî nû û pêşketî yên Amerîkayê û got ku heger Îran êrîş bike ew dê 'bê dudilî hinek ji çekên xwe yên xweşik bişînin".