Trump bang li Ewropayê kir: Keştiyên şer amade bikin

09 nîsan 2026 15:54

Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo piştgiriya operasyoneke berfireh a nû ya leşkerî ya li ser Tengava Hurmuzê, ultîmatomeke nû da Ewropayê.

Trump bang li Ewropayê kir: Keştiyên şer amade bikin

RûpelNews - Hat îddiakirin ku Serokê Amerîkayê Donald Trump ultîmatom daye hevpeymanên xwe yên li Ewropayê, û ji wan xwestiye ku ji bo Tengava Hurmuzê dest bi amadekariya leşkerî bikin bo piştgiriya Amerîkayê û di ê çarçoveyê de keştiyên ler hazır bikin da ku bişînin Hurmuzê.

Agirbestiya demkî ya ku ji bo bidawîkirina şerê di navbera Amerîka, Îsraîl û Îranê de hatibû ragihandin lê bi daxuyaniyên tund ên aliyên têkildar zehmet e ku bikeve meriyedê.

Bi zêdebûna aloziyan û geşedanên dawî yên li ser erdê wek nîşaneya dirêjbûna şer tê şîrovekirin.

Li gor nûçeya Der Spiegel a medyaya Almanî, Trump ultîmatomeke nû daye hevpeymanên xwe yên li Ewropayê. Di vê çarçoveyê de bang li welatên Ewropayê hat kirin ku dest bi amadekariyên leşkerî bikin ji bo operasyoneke nû li ser Hurmuzê piştgirî bo artêşa Amerîkayê bê dayîn û ji bo keştiyên şer bo şansına Hurmuzê bên hazirkirin.

Li ser vê bangê ji aliyê welatên Ewropayê heta niha bi awayeke fermî ti bersiv nehat dayîn.