Trump: Agirbesta ligel Îranê dê neyê dirêjkirin
Serokê Amerîkayê Donar Trump ragihand ku Îran gelek caran agirbestê bin pê kir û ew naxwaze ku bi Îranê re agirbest were dirêjkirin.
RûpelNews - Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser hisaba xwe ya medyaya civakî daxuyaniyekê belav kir û got: "Naxwazim agirbest were dirêjkirin, ewqas wextê me tune."
Trump diyar kir ew niha li hemberî Îranê gelek bi hêz in û di dawiyê de "peymaneke nûwaze" dê pêk bînin.
Agirbesta di navbera Amerîka û Îranê ku 8ê Nîsanê hatibû ragihandin di 23 Nîsanê saet 03:00an de dê biqede.
