Torun: Demirtaş dixwaze siyaseta kurdî berê xwe bide Enqereyê
Parlamenterê serbixwe Kani Torun diyar kir ku wî di du salên borî de sê caran bi Selahattîn Demirtaş re hevdîtin kiriye û wiha got: "Demirtaş ji min re got, 'Ez dixwazim li Enqerê postekê bigirim. Postekên herî bilind ên hikûmetê li Enqerê çi dibin bila bibin, niha armanca min ew e. Divê siyaseta kurdî berê xwe bide Enqereyê'
RûpelNews - Parlamenterê Serbixwe Kani Torun, ji malpera T24 re, hûrgiliyên hevdîtina xwe ya bi Selahattîn Demirtaş ê hevserokê berê yê HDPê ku ji sala 2016an ve li Girtîgeha Edirneyê girtî ye, re parve kir.
Torun diyar kir ku wî di du salên borî de sê caran bi Demirtaş re hevdîtin kiriye, derbarê pêvajoyê de axivî û wiha got:
"Min herî dawî sê meh berê ew dît. Ew pir erênî bû. Ez ji devê wî gotina wî ji we re bibêjim wiha ji min re got: 'Ez dixwazim li Enqereyê postekê bigirim. Postekên herî bilind ên hikûmetê li Enqereyê çi bin bila bibin, niha ew armanca min e.'
"Demirtaş ji min re got, 'Divê siyaseta Kurdî bibe beşek ji Enqereyê'"
Torun ragihand ku Demirtaş jê re wiha gotiye: "Selahattin Demirtaş kesê herî guncaw e ku vîzyona Ocalan a 'komareke demokratîk' bigihîne civaka Tirkî." Torun wiha axivî:
"Di dema axaftina me de, wî got ku ji bo siyaseta Kurdî tiştekî erênî ye ku berê xwe bide Enqerê û divê ev yek were teşwîqkirin. 'Divê siyaseta Kurdî niha bibe beşek ji Enqerê. Eger gotina min di vî warî de hebe, wê demê helbet ez ê piştgiriya wê bikim an jî bibim beşek jê,' Bi dîtina min Demirtaş ew kes e ku herî baş dikare vîzyona ku Ocalan wekî 'Komara Demokratîk' bi nav dike, bigihîne civaka Tirkî. Ez bawer dikim ku ev meşrûiyet di destê Demirtaş de heye."
