Tirkiye, Ukrayna û NYê, li ser vekisîna Rusyayê planek ragihand

31 cotmeh 2022 20:00
Tirkiye, Ukrayna û NYê, li ser vekisîna Rusyayê planek ragihand

PeyamaKurd- Piştî ku rayedarên Rusyayê bi hinceta êrîş li keştiyên wan hatine kirin, ji peymana dexil û dan paşve kişiyan, hat ragihandin ku rayedarên Tirkiye, Ukrayna û Neteweyên Yekbûyî (NY) plana tevgerê dane destpêkirin.

Li gorî agahiyên hatin ragihandin, rayedarên Tirkiye, Ukrayna û Neteweyên Yekbûyî, ji bo berdewamiya peymana korîdora dexil û dan, plana tevgerê ya ku dê 16 keştî bikaribin barên xwe veguhêzin, çêkiriye.

Ji Berdevkiya Neteweyên Yekbûyî peyamek hat belavkirin û hat gotin ku “Tîmên Tirk û NY, di çarçoveya peymana dexil û dan a Behira reş de car din dest bi venêrîna keştiyan kiriye.”

Rayedarên Rusyayê, 2 roj beriya niha, bi hinceta ku hêzên Ukraynayê li Sivastopolê, bi piştgiriya pisporên Brîtanî êrîşek kiriye û ji ber ku ewlehiya keştiyan nehatiye pêkanîn, wan xwe ji bo demeke ne diyar ji peymanê vekişandiye.