Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê êrîsî Sehbayê kirin: 4 sivîl birîndar bûn
26 tîrmeh 2021 12:33
PeyamaKurd – Artêşa Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê, êrîşî ser navçeya Ehrisê ya Şehbayê kirin û di encamê de, 2 zarok bi giştî, 4 sivîl birîndar bûn.
Leşkerên artêşa Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê ji bajarê Marî yê dagirkirî bi dehan top avêtin navenda navçeya Ehrisê ya Şehbayê. Di êrişê de cihên sivîlan hatin hedefkirin û di encama êrişê de 4 sivîl, di nav de, 2 zarok birîndar bûn.
Navên birîndaran wiha ne; Heysem Hisên, Heysem Omer (6) ji gundê Meydana yê navçeya Raco ya Efrînê ne û Ehmed Zekî ji navçeya Ehrisê ya Şehbayê ye.
Herwiha nasnameya birîndarê din nehat naskirin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Çekdarên girêdayî Tirkiyê êrîsî HSDê kirin: 6 çekdarên HSDê hatin kustin
08 adr 2022
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin