Tirkiye li hember Paraguayê têk çû: Şansê Kûpaya Cîhanê bi dawî bû
Tîma neteweyî ya futbolê ya Tirkiyeyê piştî ku di lîstika xwe ya duyemîn a Koma D ya Kûpaya Cîhanê ya FIFAyê ya 2026an de bi 1–0 li hember Paraguayê têk çû, ji tûrnûvayê ket. Di lîstika ku li Yarîgeha San Francisco Bay Area ya li San Jose, Amerîkayê de hat lîstin de, Paraguayê bi saya golek zû bi ser ket.
RûpelNews - Paraguay destpêkeke xurt kir, di deqîqeya 2yemîn de bi golek ji aliyê Galarza ve bi 1-0 derket pêş. Piştî vê gola zû, Paraguay hewl da ku kontrola lîstikê di destê xwe de bihêle û nîvê yekem bi pêşengiya xwe bi dawî kir.
Di vê navberê de, Tirkiyeyê carinan hewl da ku bi mebesta gola wekheviyê derbazî ser golê hevrikê xwe bibe, lê nekarî ji derfetên ku bi destê wê diket sûd werbigire.
Tirkiye li hember berevaniya Paraguayê zehmetî kişand
Di nîva duyemîn de bi girtina rîskên zêdetir di êrîşê de, tîma neteweyî ya Tirkiyeyê zext zêde kir, bi taybetî di demên dawî de. Lêbelê, tîma sor û spî di şikandina berevaniya
Paraguyê de zehmetî kişand û nekarî golekê bibîne ku dê encam biguheranda.
Di kêliyên dawî yên maçê de, Tirkiye gelekî nêzîkî gola wekheviyê bû. Di deqeya 89an de, piştî êrîşeke ji baskê rastê, lêdana Can Uzun a li ser avêtina Bariş Alper ji bo nav qada cezayê, ji aliyê golparêz ve hate xilaskirin. Di lîstika li pey de, lêdana Denîz Gul li tora kêlekê ket.
Tirkiye ji tûrnûvayê derket
Piştî vê encamê, Tirkiyeyê ku di du maçên xwe yên pêşîn de tu pûan bi dest nexistibû, di qonaxa koman de ji Kûpaya Cîhanê ya FIFAyê ya 2026an derket.
Di vê navberê de, Paraguayê bi sê xalên ku bi dest xistin hêviyên xwe zindî hiştin û bi vî awayî ber bi hefteya dawî ve diçin û çavên wan li ser maça wan a krîtîk a li dijî Awistralyayê ne.
Beşdariyeke mezin li tribunayan
Bi giştî 68 hezar 827 temaşevanên xwedî bilêt ji tribunayan li maça Tirkiye dijî Paragwayê temaşe kirin. Alîgirên futbolê eleqeyeke mezin nîşanî maçê dan, ku atmosfereke rastîn a Kûpaya Cîhanê pê re hebû.
