Tirkiyê li gundekî Duhokê otomobîleke PKKê bombe kir

29 berfanbar 2023 21:28
Tirkiyê li gundekî Duhokê otomobîleke PKKê bombe kir

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku îro 29ê Kanûnê, li nav sînorên Duhokê otomobîleke PKKê ji aliyê balafireke bêmirov a Tirk ve hate armanckirin.

Li gorî zanyariyan êrîş li gundê Xurpiniyê yê girêdayî nehiyeya Zawîte ya parêzgeha Duhokê hatiye kirin û otomobîleke endamên PKKê tê de bûne hatiye armanckirin.

Gundê Zawîte nêzî navenda bajarê Duhokê ye û li gorî zanyariyên xwecihî li wê herêmê pevçûnên navbera hêzên Tirk û PKKê de di rojên dawî de zêde bûne.

Derbarê kuştî û birîndaran de, hîn ti agahîyên berdest tune ne.