Tirkiye: Leskerekî me li devera operasyona Pence-Kilîd hat kustin

13 cotmeh 2022 13:30
Tirkiye: Leskerekî me li devera operasyona Pence-Kilîd hat kustin

PeyamaKurd – Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê bi daxuyaniyekê diyar kir, di encama teqîna teqemeniyekê de leşkerekî wan li devera operasyona Pence-Kilîd hatiye kuştin.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê do ragihand û got, leşkerekî wan ê bi navê Îbrahîm Han  li devera operasyona Pence-Kilîd, ji ber teqîna teqemeniyekê birîndar bûye.

Herwiha Wezaretê destnîşan kiriye, piştî bûyerê leşker rakirine nexweşxaneyê, lê tevî hemî hewldanan li nexweşxaneyê can daye.