Tirkiyê kilîseyeke din kir mizgeft, Yunanistanê bertek nîsan da

21 tebax 2020 21:20
Tirkiyê kilîseyeke din kir mizgeft, Yunanistanê bertek nîsan da

PeyamaKurd – Tirkiyê piştî Ayasofyayê kilîseyeke din a ji heyama Bîzansiyan maye û li navçeya Fatîh a Stenbolê ye, bi hilweşandina biryara Desteya Wezîran a 1945an re ji nû ve ji muzexaneyê veguherand mizgeftê.

Dêra Kadiriye ya ku ji sala 1945an ve muzexane bû, piştî biryara nû bû mizgeft û îro 21ê Tebaxê wekî Mizgefta Kadiriye nimêj lê hat kirin.

Wezareta Derve ya Yunanistanê li ser vê biryara Tirkiyê daxuyaniyek belav kir û tê de bertek nîşanî Tirkiyê da ku zextan li civaka navdewletî dike.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, ev serîrakirineke li dijî civaka navdewletî û tevî ku Tirkiye li ser rêzgirtina mafên kêmîneyan û baweriyan daxuyaniyan dide jî berpirsiyariyên xwe yên li ser berhemên dîrokî yên ji aliyê UNESCOyê ve wekî mîrateya cîhanê hatine diyarkirin, binpê dike..

Yuninastinê herwiha bangewazî kir ku Enqere vegera sedsala 21ê ku rêz li çandên cuda û dîyaloga pêkhateyan tê girtin.