Tirkiyê ji Amerîkayê re: “Ev kar nasibe fîlmê kovboyan!

17 tebax 2018 14:20
Tirkiyê ji Amerîkayê re: “Ev kar nasibe fîlmê kovboyan!

PeyamaKurd- Piştî ku Serokê Amerîkayê Donald Trump li dijî Tirkiyê li ser hesabê xwe yê twitterê mesaj weşand, Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mewlût Çavuşoglu bersiva Trump da û got Amerîka dostê xwe yê baş û xirab ji hev dernaxe.

Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo Tirkiyê gotibû ku wan nîşan da ku ew ne dostên baş in. Keşeyekî pir hêja yê filehan girtine. Ew yekî bêsûc e.

Li ser van gotinên Trump, Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mewlût Çavuşoglu got ku Amerîka nabîne ku kî dostê wî ye. Me tiştekî xelet li dijî wan nekiriye. Me terorîstên ku êrîşî Amerîkayê dikin, destek nekirine. Qey ku mirov bi hezaran tirên barkirî çekan bide terorîstan, dostîbûn e? Qey dostîbûna rastî, pêvajoya darizandinê ye? Hewceyî tevgerên wiha nîn e. Divê Amerîka fêhm bike ku ev ne fîlmê kovboyan e.