Tirkiyê Îsraîl tehdîd kir: "Em nahêlin statuya Qudsê were guherandin"
PeyamaKurd - Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu, got: "Em nahêlin statuya dîrokî ya Qudsê bê guherandin."
Beriya Civîna Neasayî ya Teşkîlata Hevkariya Îslamî Civîna Amadekariyê ya Konseya Wezîrên Karên Derve hat kirin.
Çavuşoglu wek serokê rûniştinê axivî û der barê Civîna Teşkîlata Hevkariya Îslamî de wiha got, "Di danezana encama civînê da em ê bang bikin ku em nahêlin statuya dîrokî ya Qudsê bê guherandin."
Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu di xeberdana xwe de wiha got, "Divê meqamên Îsraîlê û eskerên Îsraîlê yên guleya berdidin însanên mesûm hesab bidin."

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin