Tirkiye: "îdîayên 'peyman bi Amerîkayê re' bêbingeh in"
PeyamaKurd - Hat ragihandin ku rayedarekî payebilind yê Tirkiyeyê li ser nûçeyên "Peyman bi Amerîkayê re" wiha got: "Îdîayên ku dibêjin di navbera Tirkiye û Amerîkayê da ji bona berdana Ebru Ozkana li Îsraîlê hatibû binçavkirin û berdana Andrew Brunsonê keşeyê Amerîkî lihevkirin heye, bêbingeh in."
Rayedarê ku bi daxuyaniyekê ragihandiye û ji bona îdiayên di navbera Tirkiye û Amerîkayê li ser berdana Ozkan û Brunson da peyman heye wiha got: "Nûçeyên dibêjin di navbera Tirkiye û Amerîkayê da ji bona berdana Ebru Ozkana li Îsraîlê qaşo ji ber sûcê terorê hatibû binçavkirin û berdana Andrew Brunsonê keşeyê Amerîkî lihevkirin heye, bi temamî bêbingeh in."
Di rojnama Amerîkî ya Washington Postê de hatibû îdîakirin ku, Erdogan û Trump di hevdîtina lûtkeya NATOyê de li ser guherandina girtiyan li hevkirine.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin