Tirkiyê hêzên zêdetir disîne Serê Kaniyê
23 gulan 2020 19:33
PeyamaKurd - Artêşa Tirkiyê hêzeke zêdetir derbasî bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê kir.
Li gor çavkaniyên herêmî, Artêşa Tirkiyê (TSK) hêzeke leşkerî ya din derbasî Serê Kaniyê kir.
Li gor agahiyên berdest, Tirkiyê 30 wesayîtên leşkerî ku kelûpelên lojistîk li xwe digirt, bi rêya deriyê Idwaniye li rojavayê Serê Kaniyê derbasî nava wî bajarî kir.
Tirkiyê di hewla guhertina demografyaya navçeyê û veguhastina malbatên çekdaran de berdewam e.Roja 6 Gulanê, 8 otobus ku malbatên çekdaran tê de bûn, derbasî wî bajarî hatibûn kirin.
Her wiha 21 Nîsanê, nêzîkî 150 wesayît ji xelkê Xûte, Hums û Idlibê derbasî bajarê Girê Spî yê Rojavayê Kurdistanê bûbûn.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
HSDê Serê Kaniyê û Til Xelef bi temamî ji destê hêzên Tirkiyê derxist
15 cot 2019
Jiyan
Tirkiye bi berdewamî hêzên zêdetir disîne Idlibê
15 sbt 2020
Jiyan
Tirkiyê hêzên zêdetir sande ser sînorê Herêma Kurdistanê
20 trm 2019
Magazîn

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin