Tirkiye: Heya xwepêsandan dewam bikin pêvajoya endamtiya NATO dewam nake

18 hezîran 2022 21:21
Tirkiye: Heya xwepêsandan dewam bikin pêvajoya endamtiya NATO dewam nake

PeyamaKurd – Berdevkê serokkomariya Tirkiyê İbrahim Kalın ragihand ku heya xwepêşandan li Îsweçê û Fînlandiyayê dewam bikin, pêvajoya endamtiya wan ji bo NATO yê dewam nake. Kalın weha got:

“Heya xwepêşandan li Îsweçê dewam bikin di endamtiya NATO de pêşdeçûn nabe. Divê Îsweç û Fînlandiya ji bo endîşeyên me çareser bikin, gavên berbiçav bavêjin. NATO rêxistinekî ewlehiyê ye. Yên ku nûh bibin endam divê li pey qaîdeyan bimeşin.”