Tirkiyê êrîsên ser artêsa Iraqê yên Kerkûk û Mexmûrê sermezar kir
05 îlon 2021 23:33
PeyamaKurd – Wezareta Derve ya Tirkiyê cara yekem êrîşên çekdarên DAIŞê yên ser hêzên artêşa Iraqê şermezar kir.
Wezareta Derve ya Tirkiyê piştî êrîşên DAIŞê yên li nehiyeya Reşad a navçeya Daqûqê ya Kerkûkê û êrîşa ser hêzên iraqî li Mexmûrê, daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de, êrîşên DAIŞê yên ser hêzên iraqî hatin şermezarkirin û ji bo qurbaniyan serxweşî li hikûmet û ‘gelê Iraqê bira’ hat kirin.
Tirkiyê di daxuyaniyê de diyar kir ku ew amade de di têkoşîna dijî terorê de, hevkarî û alîkariyê ji Iraqê re bikin.
Hêjayî gotinê ye, di êrîşên DAIŞê yên îro danê sibehê (5 Îlon 2021) de, herî kêm 15 endamên hêzên leşker û polîsan jiyana xwe ji dest da.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Pistî êrîsên DAISê sandeke bilind a artêsa Iraqê serdana Kerkûkê kir
19 hzr 2023
Jiyan
Erecî: Hebûna artêsa Tirkiyê li Iraqê ne fermî ye, divê vekise
04 adr 2025
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin