"Tirkiye dixwaze Kurdistanê bike 2 parçe"
29 adar 2018 21:12
PeyamaKurd - Rêveberê YNKê Xiyas Surçî ragihand ku Tirkiye bi rêya astengkirina seferen bo Balafirxaneya Silêmaniyê di navbera xelkê Herêma Kurdistanê de dixwaze fitneyê derxîne û Kurdistanê parçe bike.
Xiyas Sûrcî bo Rojnameya Bexda El Yewmê axivî û got Tirkiye dixwaze Herêma Kurdistanê wekî birêveberiya Silêmanî û Hewlêr bike 2 parçeyan.
Sûrcî herwisa anî ziman ku Tirkiye bi yekê dixwaze Herêma Kurdistanê lawaz bike û loma jî firînên asmanî yên ji bo Balafirxaneya Silêmanî asteng dike.
Xiyas Sûrcî li ser vekişîna hêzên PKKê li Şingalê jî got, kesekî ji wan li herêmê nemaye û niha li Çiyayê Qendîlê ne. Herwiha got Tirkiye ji bo destwerdanê li nav Iraqê bike çav berdaye hemû herêmên Mûsilê.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
“Tirkiye dixwaze herdu parçeyên din ên Kurdistanê dagir bike”
14 adr 2018
Kurdistan
HEVPEYVÎN | ‘PKK hincet e, Tirkiye dixwaze Basûr û Rojavayê Kurdistanê kontrol bike’
29 nsn 2022
Jiyan
Serokê Dûmayê: Ewropa dixwaze Rûsya, Tirkiye û Azerbaycanê res bike
28 nsn 2024
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin