Tirkiyê derbarê welatiyên ku li Lîbyayê hatine girtin daxuyaniyek da: Eger welatî neyên berdan...
PeyamaKurd - Wezareta Derve ya Tirkiyê da xuyakirin, heger welatiyên wan neyên berdan, ewê hêzên Hefter bikin armanc.
Wezareta Derve ya Tirkiyê da xuyakirin, li Lîbyayê 6 welatiyên Tirkiyê hatine desteserkirin. Tirkiye Artêşa Lîbyayê wek hêzeke neyasayî bi nav dike û demildest dixwaze welatiyên wê bêne berdan.
Wezareta Derve ya Tirkiyê da zanîn, eger Artêşa Lîbyayê bi serokatiya Xelîfe Hefter welatiyên wan bernede, ew ê hêzên Lîwa Hefterê bikin armanc.
Li aliyê din, Artêşa Lîbyayê da xuyakirin, wan balafireke bêmirov ya Tirkiyê li balafirxaneya Trablusê xistine xwarê.
Ji aliyê xwe ve, Artêşa Netewî ya Libyayê bi daxuyaniyekê gotibû: Hikûmeta Tirkiyê ji Wesayîtên Zirxî bigire û heya her cure çekan dide rêxistinên terorist û êrîşên teroristî bi hevkariya Tirkiye û Qeterê li Lîbyayê tên kirin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin