Tirkiyê bi kêmanî 2 hezar çekdarên Sûriyê sandine Lîbyayê!
18 rêbendan 2020 14:53
PeyamaKurd- Tê gotin ku Tirkiyê ji bo ku li dijî hikûmeta general Xelîfe Hefter şer bikin bi kêmanî 2 hezar çekdarên Sûrî derbasî Lîbyayê kirine.
Rewangeha Mafê Mirovan a Sûriyê ku navenda wê li Brîtanyayê ye, ragihandiye, Tirkiye li ser şandina hêz û çekdarên Sûrî bo Lîbyayê berdewam e û duhî jî 260 çekdarên Sûrî şandin Lîbyayê.
Wê dezgeha mafên mirov daye zanîn, bi giştî Tirkiyê di heyama çend rojên borî de herî kêm 2 hezar çekdarên Sûrîyê şandine Lîbyayê da ku li kêleka hikkûmeta Fayîz Serrac li dijî hikûmeta Xelîfe Hefter şer bikin.
Tê gotin ku ew çekdarên Sûrî li hember wergirtina dirav û mûçe diçin Lîbyayê şer dikin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
El-Monîtor: Tirkiyê 2 hezar çekdarên zarok ji Sûriyê sandiye Libyayê
11 gln 2020
Jiyan
Ajansa Turkiyê : Hîzbulah hezar û 500 çekdarên xwe ji Sûriyê vekisand
08 mjd 2023
Cîhan
SOHR: Tirkiyê 150 çekdarên ên Sûriyê derbasî Libyayê kir
08 sbt 2022
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin