Tirkiyê bertek nîsanî helwesta Amerîkayê da
PeyamaKurd - Wezîrê Parastina Netewî yê Tirkiyê Hulusî Akar ragihand: "Em dixwazin dijî YPGê ku ferqa wê ji PKKyê tuneye jî heman helwest bê nîşandan û heman hişmendî hebe."
Wezîrê Parastina Netewî yê Tirkiyê Hulusî Akar li ser helwesta Amerîkayê ya derbarê serkêşên PKKê de diyar kir: "Em dixwazin dijî YPGê ku ferqa wê ji PKKê tuneye jî heman helwest bê nîşandan û heman hişmendî hebe. Li aliyekî xelatê datînin ser serkirdeyên PKKê, li aliyekî din jî bi treyler û balafiran alav, hacet, çek û muhîmat ji YPGê re dişînin. Ne mumkin e em vê yekê qebûl bikin. Em li bendê ne ku ev yek jî demildest were serastkirin."

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin