Tirkiyê 4 mercên ji bo vekisîna ji Sûriye û Rojavayê Kurdistanê eskere kirin…

24 berfanbar 2021 20:06
Tirkiyê 4 mercên ji bo vekisîna ji Sûriye û Rojavayê Kurdistanê eskere kirin…

PeyamaKurd – Medya Tirkiyê ragihandiye ku Wezareta Derve ya Tirkiyê, bertek ji daxuyaniyên Nûnerê Taybet ê Sûriyê yê Serokê Rûsyayê Aleksandir Lavrentyev ku piştî civînên Astanayê gotibû, “Aliyê Tirk ji şanda Rûsî re gotiye, ew dê di yekem derfetê de ji Sûriyê vekişin” re nîşan daye.

Li gorî nûçeya Hurriyetê ku dispêre çavkaniyên wezareta derve, Tirkiyê mercên xwe yên ji bo vekişîna ji Sûriyê wiha rêz kirine:

“1- Pêwîste destûreke nû ya bingehîn a Sûriyê bê çêkirin ku mafên hemû aliyan biparêze û li ser lihevkirin çêbibe.

 2- Pêkanîna sîstema hilbijartinê ya ku hemû alî bi awayekî azad tê de beşdar bibin.

3- Piştî hilbijartinan damezrandina hikûmeta rewa ya Sûriyê.

4- Pêwîste hikûmeta rewa jî pêkhateyên terorî yên li sînorên Tirkiye-Sûriyê ji holê rake û vê jî bi awayê pratîkî nîşan bide."

Herwiha hatiye diyarkirin ku heger ev 4 merc werin bicihanîn, wê Tirkiye ji nav erda Sûriye û Rojavayê Kurdistanê hêzên xwe vekişîne û hatiye gotin, ev peyam di civînên Astana yên Nursultanê de jî ji bo aliyan hatiye dayîn.