Tirkiye | 3 rojnamegerên din hatin desteserkirin

11 gulan 2019 13:33
Tirkiye  | 3 rojnamegerên din hatin desteserkirin

PeyamaKurd - Rojnameger Zeynep Kuray, Irfan Tunççelik di dema şopandina nûçeyan de, Canan Coşkun jî di dema kontrolkirina nasnameyê de hat desteserkirin.

Rojnameger Zeynep Kuray, Irfan Tunççelik di dema şopandina nûçeyan de hatin desteserkirin.

Kuray dema çalakiya girêvên birçîbûnê li Çarşiya Misirê dişopand, Tunççelik jî dema çalakiya Dayikên Aştiyê li Bakirkoyê dişopand hat desteserkirin. Canan Coşkun jî ji berk u di dozeke berê de îfade nedayê hatiye desteserkirin.

Ji aliyê din ve rojnamegerê rojnameya Yeniçagê Selim Demirag jî li pêşberî mala xwe rastî êrişekê hat.

Gelek rojnamegeran li ser medya civakî bertek nîşanî desteserkirina rojnamegeran dan û bi heştega #GazetecilikSuçDeğildir (rojnamevanî ne sûc e) piştgirî dan rojnamegerên desteserkirî.