Times: Erdogan li dû bombeya atomê ye

22 cotmeh 2019 03:38
Times: Erdogan li dû bombeya atomê ye

Rojnameya New York Times, di nivîsekê d bal kişand ser axavtina Serokkomarê Tirkiyê Erdogan a ku di meha Îlonê de behsa çekên nukleerî kiribû.

Times, di manşeta xwe de mijar anîye ser axavtina Erdogan a ku gotibû “ di destê hinekan de fûzeyên atomî hene, lê di destê min de tunene. Ez vê yekê qebûl nakim. Di dema îro de tu welatekî pêşketî bêyî fûzeyên atomî nemaye “ û gotiye: “ Erdogan pisporê vê yekê ye ku hevkarên xwe di wextek ne amadekar de bigre. Heke Amerîka nikaribe rê li ber serokê Tirkîyê û qirkirina Kurdan bigre, wê çawa rê li ber çêkirina bombeya atomê bigre? “.

Times, di gotara xwe de herweha balê dikşîne ser wê yekê ku armanca Erdogan tenê bi Sûrîyê xilas nabe, heke Erdogan bombeya atomê nekire jî ji Tirkîyê re ji bo çêkirina wê çend sal têr fikin.