Tîma AFAD ê ya di erdheja Îzmîrê de wezîfe dikir xistin karantînayê

12 mijdar 2020 01:52
Tîma AFAD ê ya di erdheja Îzmîrê de wezîfe dikir xistin karantînayê

PeyamaKurd – Tîma AFAD ê ya ji 25 kesan pêkdihat ku ji bajarê Erzeromê çûbû Îzmîrê, bi sedema di encama xebata erdhejê de testên 5 kesan ji wan posîtîv derket, temamê tîma ku ji 25 kesan pêk tê xistin karantînayê.

Tîma AFADê ya Erzeromê duhî bi şev dageriyabû bajarê xwe Erzeromê. Rêvebirê bajêr yê AFAD a Erzeromê Selahattin Karslı endamên tîmê li mêvanxaneyê kir mêvan heya encama testên wan derket. Kesên testên wan posîtîv derketin li mala xwe ketin karantînayê lê yek ji wan li nexweşxanê xistin bin tedawiyê.