The Gaurdian: HSD çekdarên girtî yên DAISê bi berdêla pere serbest berdide!
PeyamaKurd - Rojnameya “The Gaurdian” a Brîtanî di raporteke xwe de ragihandiye ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi pereyan çekdarên DAIŞê yên girtî, serbest berdide.
Rojnameya “The Gaurdian” li ser zarê du kesan belav kiriye ku ew berê çekdarên DAIŞê bûn û li cem HSDê girtî bûn û li hember heşt hezar Dolarên Amerîkî hatine berdan.
Ew her du kes dibêjin, ew di çarçoveya lihevhatinan de hatine berdan, bi mercê ku nabe ew tevlî ti rêxistineke din bibin û divê ji herêmên HSDê derkevin.
Ev kesên zanyarî dane rojnameya Guardian, Sûrî ne û li Tirkiyê dimînin, berê ew çekdarên DAIŞê bûn û şer jî kirine. Malbatên wan jî di çarçoveya lihevhatinan de ji kampa Holê hatine derxistin.
Ew her du kes dibêjin, ew hejmara kesên bi vê riyê ji cem HSDê hatine berdan, nizanin çend e, lê ew bi xwe 10 kesan nas dikin ku bi vî awayî hatine berdan.
Yek ji wan kesan, bi navê Ebû Cafer e, ji malbateke dewlemend a Reqayê ye, di nava DAIŞê de efserê ewlehiyê bû, sala 2019an li Baxozê ji aliyê HSDê ve hatibû girtin û 2 salan di zîndanê de mabû.
Ebû Cafer dibêje, wî 8 hezar Dolar wek bac û 22 hezar Dolar wek bertîl dane berpirsên HSDê, heta ku hatiye berdan.
Kesekî din ê bi navê Ebû Mihemed ku xelkê Dêrezorê ye, serperiştyarê yekîneyeke DAIŞê bûye di şerê dijî HSDê de, di sala 2014an de beşdarî şerê Kobaniyê bûye, ew jî di şerê Baxozê de ketiye destê şervanên HSDê.
Ji bo azadkirina Ebû Mihemed jî 8 hezar Dolar jê hatiye wergirtin û 14 hezarên din jî weke bertîl dane.
Li gor amaran 10 hezar çekdarên DAIŞê li zindanên HSDê ne, ji wan 8 hezar kes Sûrî û Iraqî, 2 hezar çekdarên din jî biyanî ne.
Hêjayî gotinê ye, Berdevkê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ev îdia red kiriye û gotiye: “Tiştekî wisa tune ye.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin