Tevî hisyariyên Amerîkayê jî kestiya Îranê gihîst Venezuelayê
PeyamaKurd - Ajansa Reutersê ragihand ku tevî daxuyaniya rayedarên Washingotinê ya gefa vegerandina keştiyên Îranê jî doh yekemîn tankera petrolê ya Îranê derbasî herêma aboriyê Venezuela bûye. Keştiya tanker Îranê bi sedema pêdivîya benzînê 240 milyon ton benzînê digihîne welatê Venezuelayê.
Icon refinitive ku tevgera keştiyan dişopîne da xuyakirin ku keştiya Îranê saet 7.40ê êvarê derbasî Venezuelayê bûye, lê beriya derbasî Venezuelayê bibe di bakurê dewleta Trinidad û Tobago ji Caribbeanê derbas bûye.
Cîgirê Serokê Venezuelayê yê Karûbarê Aborî Tariq El-Îsa ku di demên dawîn de bûbû wezîrê sotemeniyê bi twîtekê ragihandibû ku keştiya Îranê niha li herêma wan a aboriyê ye.
Televizyona fermî ya Venezuelayê jî dîmenên amadekariyên keştiyê û balafira deryayî belav kirin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin