Tevgera Sadr li dijî birîna maasên memûrên Kurdistanê derket

30 nîsan 2020 04:38
Tevgera Sadr li dijî birîna maasên memûrên Kurdistanê derket

PeyamaKurd- Tevgera Sadr ya Iraqê li ser mijara ku hukumeta Bexdayê maaşên memûrên Kurdistanê birîne ragihand ku ev yek nayê qebûlkirin. Beyana tevgera Sadr, di dema ku heyeta herêma Kurdistanê ya di bin serokatiya cîgirê serokê herêma Kurdistanê Qubad Talabanî de, li Bexdayê seredana heyeta Sadr kirin de hat ragihandin.

Serokatiya heyeta Sadr Nasir Rûbeyî dikir. Rûbeyê ragihand ku ev tişteka nayê qebûl kirin û divê ev pirsgirêka hanê, di navbera Hewlêr û Bexdayê de bê çareserkirin.

Heyeta Kurdistanê seredana balyozê Amerîkayê yê Bexdayê Matthew Tueller, ya serokê parlementoya Iraqê Muhammed Halbûsî û seredana serokê tevgera Hîkmet ya Ammar El Hekîm kir.