Tetbîqata hevpar ya navbera Pakistan û Saûdî Erebistan destpêkir

24 tebax 2023 02:17
Tetbîqata hevpar ya navbera Pakistan û Saûdî Erebistan destpêkir

PeyamaKurd - Tetbîqata hevpar ya navbera Pakistan û Saûdî Erebistan destpêkir. Armanca tetbîqata bi navê ‘AL BATTAR-I’, bi sedema pêşdebirina têkiliyên navbera her dû dewletan, sûd girtina ji tecrubeyên hev ya hêzên taybet e. Di tetbîqatê de ji artêşên her dû dewletan di asta bilind de rêvebir tevlî dibin.

Tetbîqat li rojavayê bakûrê Pakistanê li devera Nowşera destpêkiriye. Artêşa Pakistanê di mijara tetbîqatê de weha ragihand:

“Pêşdebirina îstîhdama hevpar, di dahatûyê de hevkariya leşikerî, destnîşankirina sehayên berjewendiyên wekhev, sûd girtina ji dîroka leşkerî ya her dû welatan û sûd girtina her dû dewletan ya ji têkoşîna li hemberê terorê, armanca her dû dewleta ye.”