Tesîseke petrolê ya 1,500 kîlometre dûr bi dronê hate lêdan
Ukrayna bi dronan li tesîseke petrolê ya li nêzî bajarê rûsî yê Permê xist.
RûpelNews - Servîsa Ewlekariyê ya Ukraynayê (SBU) ragihand ku firokeyên bêfirokevan (dron) li parzûngeheke petrolê ya li nêzî bajarê rûsî yê Permê xistine.
Hat destnîşankirin ku êrîş bi mebesta sînordarkirina dahatên enerjiyê yên Moskowê, yên ku "ji bo fînansekirina şer tên bikaranîn" hatiye kirin.
Hat tekezkirin ku ev êrîşa duyemîn a li pey hev e li ser tesîsên petrolê yên li herêmê.
Parzûngeha li Tuapsê du roj berê hatibû lêdan
Artêşa Ukraynayê di 28ê Nîsanê de jî êrîşeke bi dronan li parzûngeha petrolê ya li Tuapsê pêk anîbû.
Tuapse mazûvaniya Rosneftê, şîrketa herî mezin a petrolê ya Rûsyayê û yekane parzûngeha wê ya petrolê ya li peravên Deryaya Reş dike. Ev tesîsa stratejîk, ku wekî kevintirîn parzûngeha petrolê ya Rûsyayê tê zanîn, salane bi qasî 8.6 milyon ton petrolê xav diproses bike, û ji sedî 90ê petrola hilberandî bi rêya bendera wir tê hinardekirin.
Ji sala 2024an ve, parzûngeh carinan bûye armanca êrîşên dronên Ukraynayê.
