Termên Silêmanî û Muhendîs li Ahwaz a Îranê hatin pêswazîkirin
PeyamaKurd – Televizyona dewleta Îranê ragihand ku termê Fermandarê Hêza Qûds a Îranî Qasim Silêmanî û Cîgirê Serokê Heşda Şeibî Ebû Mehdî Muhendis ku bi operasyoneke li Bexdayê ji aliyê Amerîkayê ve hatin kuştin, gihîştine bajarê Ahwaz ê Îranê.
Hat zanîn ku termê Qasim Silêmanî li bajarê Ahwaz ê başûrê rojavayê Îranê bi merasîmeke fermî hatiye pêşwazîkirin û piştî merasîma li Ahwazê jî dê li bajarê wî Kirmanê were definkirin.
Li gorî dîmenên hatine belavkirin, termê Silêmanî bi ala Îranê pêçayî û ji aliyê kesên cilûbergên reş ve hatiye pêşwazîkirin.
Herwiha hat ragihandin ku termê Ebû Mehdî Muhendîs jî bo Ahwazê hatiye şandin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin