Terîqeta Menzîlê pistgiriya Erdogan dike
PeyamaKurd- Bi sedema nêzbûna hilbijartinan teqîqetên li Kurdistanê û li Tirkiyê rengên xwe aşkera dikin bê wê dengên xwe bidin kîjan partiye.
Ji niha de terîqeta Menzîlê aşkera kir ku wê dengên xwe bide Recep Tayip Erdoğan û îttîfaqa Cûmhûr. Rêxistinên ku bi ser terîqetê ve ne, yên weka TÜMSİAD, Weqfa Semerqendê, Rêxistina Beşîr û Genç-Kon belavokekî belav kirin û tê de ragihandin ku wê piştgiriya Erdoğan û îttîfaqa Cûmhûr bikin.
Beyana wan tam weha ye:
“ Em ê di hilbijartina 24 ê hezîranê de, bo hilbijartina serokkomar û parlementoyê piştgiriya îttîfaqa Cûmhûr bikin da mecliseka bi piraniya partiyê çêbibe û bo serokkomariyê destekê bidin Recep Tayip Erdoğan.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin