Temsîlkarê Amerîka cara 5a ye bi Talîbanê re dicive
PeyamaKurd- Temsîlkarê taybet yê Amerîkayê bo Afxansitanê Zalmay Xelîlzad cara 5an derket gera aştiyê û bi temsîlkarê Talîbanê re hevdîtin kir.
Hevdîtin li payîtexta Qatarê li Dohayê çêbû û di hevdîtinê de cara yekem Molla Abdulxanî ku damezrêner û berpirsê li Qatarê yê Talîbanê ye, amade dibe. Endamê heyeta ku bi Talîbanê re hevdîtin dike Abdulhekîm Munîp bo çapemeniyê ragihand ku di roja ewilî ya hevdîtinê de li ser mijara vekişîna hêzên Amerîkayê ji Afxansitanê û qutkirina têkiliyên Talîbanê bi rêxistinên din yên terorê re bû.
Munîp ragihand ku divê temsîlkarê hukumeya Afxanistanê jî tevli civînê bibe an ku encameka baş dê dernê holê. Hukumeta Afxanistanê ji hevdîtinê bi hêviye û berdevkê serokatiya îcrayê Maisam ragihand ku dê di nêz de agahiyên delal dê ragihînin.
Bi îhtîmaleka mezin wê Zalmay Xelîlzad talîbanê razî bike ku raste rast bi hukumeta Afxansitanê re hevdîtinan bike.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin