Telegraph: YPG û DEAS esîran bi hev diguhêrin

16 hezîran 2018 20:03
Telegraph: YPG û DEAS esîran bi hev diguhêrin

PeyamaKurd- Rojnama Îngîlîz Telegraph ragihand ku YPG û DEAŞ peymanek çêkirine ku PYD esîrên biyanî û malbatên wan yên di destê xwe de, dişînin herêmên di bin destê DEAŞ ê de.

Di nûçeyê de dibêje ku di nava terorîstên ku dane DEAŞê de, hemwelatiyên Fransa û Almanya hene. Lê niha di destê YPGê de 3 hemwelatiyên Îngîlîz hene û dibe di demên pêşde, bi peymanekî her 3 Îngîlîz jî bên berdan û herin welatê xwe.

Rojname dibêje heya niha bo PYD esîran bide DEAŞê, 3 cara peyman hatine çêkirin. Rojname dibêje heya niha tenê di meha sibatê de, li dora 200 hemwelatiyên biyanî ji aliyê YPGê ve hatine dayîn bo DEAŞê. Di meha nîsanê de 40 kes bi zarok û jinan ve hatine dayîn.

Terorîstên ku dane DEAŞê, piraniya wan Çeçen, Ereb, Fransiz, Fasî, Belçîkî û Hollandayî ne. DEAŞê jî bi vê sedemê esîrên destê xwe yên şerê Dêrezorê daye YPGê.

Her dû alî heya karibin kesên ku navbeynkariyê dikin dikujin. Mînak ji 15 navbeynakaran 4 ji wan hatine kuştin.