Teknosa tê firotin

04 tîrmeh 2018 19:22
Teknosa tê firotin

PeyamaKurd- Hat ragihandin ku Media Markt bo Teknosayê bikire hevdîtinan dike. Bihayê Tenosayê weka 170 mîlyon dolar hat nîşandan û sala borî şîrket bi miqdarê 933 mîlyon dolarî mal firotiye.

Bloomberg International mijara firotina Teknosayê ragihand ku Media Markt dixwaze wê bikire.

Di pey belavbûna nûçeyê de parên Media Marktê %6 zêdetir biha bûn.